• Tuesday, 02 July 2024
logo

Amerîka rewşa awarte radigihîne

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Amerîka rewşa awarte radigihîne
Washington û bi dehan wîlayetên din ên Amerîkayê rojên neasayî derbas dikin. Hejmareke zêde ya emnî ji pasewanên niştimanî û polîs li ser rêyan hatine belavkirin, ji ber ku roja 20 vê mehê 46emîn Serokê Amerîkayê destbi kar dike.

Alîgirên Donald Trump amadekariyan dikin ku li piraniya wîlayetan, li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandanan saz bikin. Dezgehên îstîxbaretî yen Amerîkayê jî hişyarî didin derbarê ku xwepêşander xwedî çek bin û êrişên çekdarî bikin.

Donald Trump, Serokê Amerîka, dibêje, “Gotegot heye ku plan hatiye dariştin, di rojên bê de xwepşandan bêhtir li Washinton û seranserê welat birêve herin. Dezgehên istixbaratî ji min re gotiye, gefeke cidî heye.”

Li piraniya wîlayetan, taybet jî li wîlayetên ku Joe Biden tê de serkeftî bûye, tedbîrên emnî hatine tundkirin.

Li Washingtonê 15 hezar serbaz, li California hezar serbaz û li Kentucky 450 hezar serbaz ji pasewanên niştimanî hatine bicihkirin.

Hêzên emnî bendên demkî dûrî dam û dezgehên hikûmî danîne, hemû tedbîr hatine girtin ku proseya veguhastin û radestkirina desthilatê aştiyane birêve biçe.

Gavin Newsom, Hakimê California, dibêje, “Bila bi ronî ji we re bibêjim, em çavên xwe li tundûtûjiyê nagirin. Lewma bi alîkariya polîsên rêyan ên Kalîforniya û Polîsên Hawarçûnê, min rê daye Pasevanên Niştimanî ji bo piştgiriya polîsên rêyan bikin û hezar pasevanên din belav bikin, parastina jêrxaneyên girîng ên wîlayetê û paytextê bikin.”

Veguhastina giştî li Washington DC hatiye rawestindin, serdana xelkê asayî bo nêzikî Kongrês û herwiha Koşka Spî heta 21ê mehê tê sekinandin.

Mike Pence, Cîgirê Serokê Amerîkayê, amadeyî ahenga destbikarbûna Joe Biden û tî ma wî dibe, hefteya derbasbûyî çû nav wan pasewanan ku li Washingtonê hatine bicihkirin ji bo ku piştrast be veguhastina desthilatê bi aştiyane û bêyî pirsgirêk pêk were.

Tundkirina tedbîrên emnî li Washingtonê di demekê de ye, 6ê vê mehê di dema ku Kongresa Amerîkayê di civînê de bû bo dengdana li ser hilbijartina Joe Biden wek Serokê Amrîkayê, alîgirên Trump bi çek êrişî ser Kongresê kirin û hewldan proseyê rawestînin.

Piştî rûbirûbeke tund di navbera polîs û xelkê û canjidestdana 5 kesan, rewş ket jêr desthilata polîsê Washingtonê û Joe Biden wek 46emîn Serokê Amerîkayê hat hilbijartin.

Rudaw
Top