Armin Laschet bû serokê nû yê CDUyê
![Armin Laschet bû serokê nû yê CDUyê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/558355Image1.jpg )
Armin Laschet ji 2017an vir de serokweziriya eyaleta herî qelebalix a Rayn-Vestfaliyeya Bakur dikir.
Hilbijartina ku bi awayek dîjîtalê hat kirin, di navbera Armin Laschet, Friedrich Merz, Norbet Rottgen de bû.
Laschet û Merz man tura duyem. Di vê tûrê de Armin Laschet 521 û Friedrich Merz 466 dengên delegeyan stendin. Bi vê encamê Armin Laschet bû serokê Partiya CDUyê
Armin Laschet di sala 1961an de li bajarê Aachenê ji dayîk bûye.
Di navbera salen 1981-1987 li Zaningeha Munîhê û Zanîngeha Bonne perwerdehiya hiqûqê wergirtiyê.
Laschet ji 2017an vir de serokweziriya eyaleta herî qelebalix ya Rayn-Vestfaliyeya Bakur dikir.
Ji ber ku li dijî koçberan siyaseteke nerm dimeşîne rastî rexneyên rastgir tê, ji ber vê yekê jî çapemenî hinek siyastmedarê Almanî navê “Arminê Tirkan” lê kiribû.
Rudaw