• Tuesday, 02 July 2024
logo

Komîsyona helbijartinan: 300 pêkhateyên siyasî xwe ji bo helbijartina pêşwext tomar kirine

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Komîsyona helbijartinan: 300 pêkhateyên siyasî xwe ji bo helbijartina pêşwext tomar kirine
Rêveberê ofîsa Hewlêrê yê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê aşkera kir, 300 pêkhateyên siyasî ji bo beşdarbûna helbijartinên pêşwext xwe tomar kirine.

Rêveberê ofîsa Hewlêrê yê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê Ebdulrezaq Muşîr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor amarên dawiyê yên îro 16.01.2021ê li ofîsa serekî ya komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinan me wergirtine, 300 pêkhateyên siyasî yên Kurdistanê û Iraqê navê xwe bo beşdarbûna helbijartinên pêşwext xwe tomar kirine.’’

Herwaha got: ‘’Îro roja dawiyê ye bo xwe tomar kirina pêkhateyên siyasî û heta naha diyar nîne ka dem dê bê dirêj kirin an na.’’

Navborî diyar kir hemwelatiyên herêma Kurdistanê bi awayekî germ ji bo nû kirina tomara dengdana xwe ve tên û rêjeyekî baş ji hemwelatiyan tomara xwe nû kirine, ev yek jî cîhê keyfxweşiyê ye û heta 2ê meha Sibatê berdewam dibe.

Basnews
Top