• Tuesday, 02 July 2024
logo

Beşîr Hedad: Pêwîste mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji nava babeta siyasî were cûdakirin

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Beşîr Hedad: Pêwîste mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji nava babeta siyasî were cûdakirin
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ragihand divê pirsa mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji nava babeta siyasî were cudakirin.

Îro roja şemiyê Dr. Beşîr Hedad daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de da zanîn sedema daketina nirxê bihayê dînarê Iraqê beramber dolar ne ji ber Parlementoyê bûye û divê Lîjneya Darayî ya Parlementoya iraqê çareyekê ji wê babetê re bibîne û fişarê bixe ser hikûmetê ku ew û xelkê zirarmend bûne werin qerebûkirin.

Dr. Beşîr Hedad amaje bi kêşeya Iraq û Herêma Kurdistanê jî kiriye, pêwîste mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji nava babeta siyasî were cûdakirin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanû û Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku di zûtirîn demê de kêşeyên çareser bikin.

Basnews
Top