Beşîr Hedad: Pêwîste mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji nava babeta siyasî were cûdakirin
Îro roja şemiyê Dr. Beşîr Hedad daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de da zanîn sedema daketina nirxê bihayê dînarê Iraqê beramber dolar ne ji ber Parlementoyê bûye û divê Lîjneya Darayî ya Parlementoya iraqê çareyekê ji wê babetê re bibîne û fişarê bixe ser hikûmetê ku ew û xelkê zirarmend bûne werin qerebûkirin.
Dr. Beşîr Hedad amaje bi kêşeya Iraq û Herêma Kurdistanê jî kiriye, pêwîste mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê ji nava babeta siyasî were cûdakirin û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanû û Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku di zûtirîn demê de kêşeyên çareser bikin.
Basnews