Hoşyar Sîweylî: Daxuyaniya balyozxaneya Amerîka li ser danûstandinên Rojava, li dijî gotinên Aldar Xelîl bû
![Hoşyar Sîweylî: Daxuyaniya balyozxaneya Amerîka li ser danûstandinên Rojava, li dijî gotinên Aldar Xelîl bû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6d01100d0ffc3583b9869954b07bd664_L.jpg )
Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê duhî peyamek belav kir û piştevaniya Amerîka bo danstandinên aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê dupat kir.
Li ser vê mijarê, berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê, Hoşyar Sîweylî ji BasNewsê re got, danûstandinên aliyên kurdî li Rojava bo çêkirina eniyeka yekgirtî ye li hember rêjîma Sûriyê. Ew danûstandin bi çavdêrî û şîretên Amerîka tên kirin.
Hoşyar Sîweylî her wiha got, PKKê hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê bicîh kiriye û rê nade pêşmergeyên Roj jî derbasî Rojava bibin.
Bi gotina Sîweylî, daxuyaniya balyozxaneya Amerîka li ser danûstandinên aliyên kurdî li Rojava, li dijî gotinên Aldar Xelîl bû ku gotibû pêşmergeyên Roj bûne “çete”.
Basnews