• Tuesday, 02 July 2024
logo

Amerîkayê ceza bi ser hejmareke kompanyayên 3 welatan de sepandin

Gulan Media January 16, 2021 Nûçe
Amerîkayê ceza bi ser hejmareke kompanyayên 3 welatan de sepandin
Rêveberiya Donald Trump di dawîn rojên xwe de cezayên nû bi ser hejmareke kompanyayên Çînî, Îmaratî û Îranî de sepandin. Sedem jî ew e ku wan kompanyayan li gel hikûmeta Îranê kar kirine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, piştî ku bo wan diyar bûye ku Îranê 15 madde destnîşan kirine wek; aluminyûm, pola û hesin bo çêkirina çekên etomî û mûşekên balîstîkî bikar tîne, ceza bi ser hejmareke kompaniyên Çînî, Îmaratî û Îranî de sepandine “tevî ku wan kompaniyan zanîne Komara Îslamî wan maddeyan bi mebesta çêkirina çekan bikar tîne, lê berdewam bûne li ser bazirganîkirina li gel Îranê.”

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, ceza bi ser 7 kompaniyan de hatiye sepandin ji wan, kompanyaya Şiyancîn Maskotî ya Çînî ku bazirganiya madda pola li gel Îranê kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Saziyên Pîşesaziya Deryayî, Esmanî û Valahiya Esmanan yên Îranê ji lîsta dorpêçên Amerîka zêde bûne ku ji komeke kes û kompaniyan pêk tên.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, “Supaya Pasdaran a Îranê bi çendîn projeyên bingehîn têkildar bûye, kompanyayên ser bi wê artêşê ve bi her şêweyekî dê bikevin lîsta cezayan, taybet jî di warê meyandina oranyumê de.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar dike, “Ew pîşesaziya serbazî ya Îranê li ser ewlehiya navdewletî gef e. Komara Îslamî ji piştîvanî û şandina alîkariyên serbazî bo Sûriyê, Iraq, Lubanan û Yemenê bederwam e.”

Herwiha Wezareta Gencîne ya Amerîkayê jî ragihand, wan her yek ji Hemîd Riza Ezîmiyan û Mihemed Riza Muderis Xiyabanî ku pêwendiya wan bi Komapaniya Fûlada Mubareke û hêla Keştîvaniya Îranê ve hebûne xistin lîsta cezayan de.

Rudaw
Top