• Tuesday, 02 July 2024
logo

Ceifer şêx Mistefa: Çalakiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî roj bi roj zêdetir dibin

Gulan Media January 16, 2021 Nûçe
Ceifer şêx Mistefa: Çalakiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî roj bi roj zêdetir dibin
Berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê dibêje, çalakiyên DAIŞê roj bi roj zêde dibin û Heşda Şeibî jî hêzekî zêde li deverên Kurdistanê bicîh kiriye.

Berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê, Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, li devera Xaneqînê dest bi guhertinên serbazî hatiye kirin. Hêzeka piştevaniyê hebû, ew ji wir vekişiyane û li şûna wah hêzek din hatiye. Hêzek zêde jî li rêbendan danîne û li aliyê din jî DAIŞ dîsa xurt bûye, bi taybet li derdora nahiya Gulale ya Xaneqînê. Çalakiyên DAIŞê roj bi roj zêdetir dibin.

Ceifer şêx Mistefa her wiha got, ew hêza Heşda Şeibî, ku hemû kurdên Feylî bûn, beşek mezin ji wê hêzê derbasî cihên din bûye. Li şûna wan çekdarên Esayîb Ehlî Heq hatine danîn. Ew gelekî tund û radîkal in. Ji xwe milîs bacê ji xelkê distînin. Bi taybet li rêbenda Bawe Mehmûd, 15 hezar dînar ji şofêran distînin. Dibêjin, mûçeyê me nayê dayîn û divê hûn dirav bidin me da ku em we biparêzin! Behaneya wan ev e.

Wî berpirsê kurd da zanîn jî, di heyama borî de Heşda Şeibî navê gelek kesan tomar kirin qaşo dê wan îstixdam bikin. Gelek dirav jî ji wan wergirtibûn lê niha tenê 50 kes îstixdam kirine û yên din hemû hatin xapandin û diravê wan jî hat xwarin.

Bi gotina wî berpirsê PDKê, bi giştî rewşa deverên Kurdistanî aloz e û Heşda Şeibî jî hêzek zêdetir li wan deran bicîh kiriye. Lê qet ne di xema xelkê de ne.

Basnews
Top