• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li gundekî Serê Kaniyê 8 kes ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

Gulan Media January 16, 2021 Nûçe
Li gundekî Serê Kaniyê 8 kes ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin
Li devera Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê 8 kes ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin.

Saziya çavdêriya mafên mirov ya Sûrî ragihandiye, çekdarên Tirkiyê duhî li gundê Mirîkês yê Serê Kaniyê 8 kes revandin.

Çekdarên Tirkiyê bi behaneyên sosret xelkê direvînin. Piraniya caran jî tenê bo wergirtina dirav wan direvînin.

Rojane li Efrîn û Serê Kaniyê û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê, ku di destê hêzên Tirkiyê de ne, sivîl tê revandin û kuştin.

Basnews
Top