• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fermandarekî Heşdî Şeibî zeviyên du gundên sînorê Dubizê dagir kirin

Gulan Media January 16, 2021 Nûçe
Fermandarekî Heşdî Şeibî zeviyên du gundên sînorê Dubizê dagir kirin
Duh 15.01.2021ê berpirsê navçeya Dubizê yê PDKê aşkera kir ku fermandarekî milîsên Heşdî Şeibî zeviyên du gundên ser bi qeza Dubizê ji xwe re û erebên hawirde re dagir kiriye û li ser jî çandiniyê dikin.

Berpirsê navçeya Dubizê yê PDKê Cewad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Zeviyên herdu gundên Mame û Elexêr ji aliyê fermandarekî Heşdî Şeibî yê bi navê Eyad Mihemed ve hatiye dagir kirin, ku ew bixwe û çend erebekî hawirde li gel yek dikêlin.’’

Herwaha got, wan nehiştine cotkarên kurd wan zeviyan bikêlin, bi taybet naha rûniştvanên herdu gundan jî koçber bûne.

Li gor zanyariyên BasNewsê beşekî kêm erdên wan herdu gundan di dest cotkarên kurd de mane, naha hejmarek erebên hawirde çûne ser wan zeviyan jî û dixwazin wan jî dagir bikin.

Basnews
Top