• Tuesday, 02 July 2024
logo

Amerîka lêkolînê li ser gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media January 16, 2021 Nûçe
Amerîka lêkolînê li ser gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê dike
Wezareta Enerjiya Amerîka lêkolînek ji bo pêşvebirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê ye encam da.

Ji sedî 20ê budceya Iraqê li ser dabînkirina elektrîk û sotemeniyê diçe. Bi berdewamî jî rexne li hikûmeta Iraqê tên kirin ku, qebareyeke zêde ya gazê vala xerc dike, li şûna sûdwergirtina ji çavkaniyên navxweyî, pişta xwe bi hawirdekirina gaz û elektrîkê ji derve girê dide.

Cîgirê Wezîrê Enerjiya Amerîka Matthew Zais, dibêje, "Di warê pêşvebirina gazê de, Iraq cihekî taybet e. Sedema vê jî ew e ku em hemû dizanin, Iraq rêjeyeke zêde ya gazê vala xerc dike û dişewitîne, bi wê qebareya ku Amerîka gazê hinarde dike. Ev jî dibe sedem ku Iraq ji bo dabînkirina gazê pişta xwe bi cîranên xwe girê bide. Em dizanin ku hawirdekirina gazê diyardeyeke asayî ye ji bo welatên ku çavkaniya wan a gazê nîne. Lê ji bo Iraqê ev berevajî ye."

Wezareta Enerjiya Amerîka lêkolînek li ser kerta gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê pêk anî ku heta niha li gor pêwîst giringî pê nehatiye dan.

Fokûsa lêkolîna zanistî ya Wezareta Enerjiya Amerîkayê li ser wê yekê ye ku çawa çavkaniyên gazê yên Herêma Kurdistanê bên bazirganîkirin û di warê darayî de bên maldarkirin.

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller, dibêje, “Em dixwazin tekez bikin ku em piştevaniya kompanyayên amerîkî dikin ku dixwazin di vî warî de li Herêma Kurdistanê kar bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc dike kerta gaza xwezayî bi awayekî bê pêşxistin ku pêdiviyên navxweyî ji bo dabînkirina elektrîkê û herwiha germkirin û pîşesazî pê bên dabînkirin. Herwiha çêbibe beşek jê ji bo Iraq, Tirkiyê û heta Ewropayê jî bê hinardekirin.

Yek ji mijarên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê di dema danûstandinan de li ser budce û petrolê gotûbêj kirin, babeta bikaranîna gaza Herêma Kurdistanê ye ji bo dabînkirina navçeyên din ên Iraqê.

Şêwirmendê Wezareta Samanên Siruştî Dr. Baroj Ezîz, diyar dike, “Amerîka ku dost û hevpeymana me ye, dikare roleke giring bilîze û herdu aliyên Bexda û Hewlêrê kom bike û baweriyê di navbera wan de çêbike. “

Çêkirina baweriyê di şev û rojekê de çênabe lê bi rêya karê hevbeş û hevkariyê çêdibe".

Li gor peymana navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompanyaya Danagaz di çarçoveya konsortyuma Pearl Petroleum pabend dibe ji bo bilindkirina asta berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkî 1 milyar pêyên sêca di rojekê de.

Ev rêje ji gaza xwezayî ne tenê pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê misoger dike, lê herwiha têra wê yekê jî dike ku ji bo navçeyên din ên Iraqê û welatên din jî bê hinardekirin.

Rudaw
Top