• Tuesday, 02 July 2024
logo

Herêma Kurdistanê qedexeya geştkirinê li gel 21 welatan ragihand

Gulan Media January 16, 2021 Nûçe
Herêma Kurdistanê qedexeya geştkirinê li gel 21 welatan ragihand
Wezareta Navxwe ya Herêma Kudistanê bi daxuyaniyekê hatin û çûn bo 21 welatên cîhanê qedexe kir.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û geştên esmanî li gel 21 welatan rawestand.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, hatin û çûn li gel welatên, Berîtanya, Nemsa, Belçîka, Danîmark, Fînlanda, Firansa, Holenda, Gurcistan, Almanya, Yonan, Îrlenda, Logsamburg, Slovakya, Spanya, Amerîka, Berazîl, Hindistan, Afrîqaya Başûr, Ustraliya, Japon û Zambiya qedexe ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herweha hatin û çûna di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de asayî kir.

Biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye warê cîbicîkirinê. Her kesek dikare di deriyên sînorî yên Hacî Omeran, Başmax û Perwîxanê yên dikevin navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê de hatin û çûnbê bike.

Ew biyar ji roja 25ê meha 12 a 2020ê hatibû dayîn, îro 15ê meha yek a 2021ê bidawê hat û hatin û çûna geştyarî di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de asayî bû.

Rudaw
Top