Wezîrê Derve yê Almanyayê: Trump bingehên demokrasiyê binpê kir
![Wezîrê Derve yê Almanyayê: Trump bingehên demokrasiyê binpê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/558126Image1.jpg )
Heiko Mass dibêje, bûyerên bi vî awayî divê wiha li welatên demokratîk bike ku lêkolînê li dijminên navxweyî bikin.
Mass amaje bi wê yekê jî kiriye, ku beşek ji şiyana berprisên siyasî yên weke Trump ji bo xirab bikaranîna desthilatê û handana tundûtîjiyê, bi sedema guherîna asoya rojnamevaniyê ye.
Wezîrê Derve yê Almanyayê destnîşan kir, nabe rê bi kompaniyên teknolojiyê bê dan, ku nêrînan ji azadiya derbirînê cihê bikin.
Hefteya bihorî û piştî êrişa alîgirên Trump bo ser avahiya Kongresa Amerîkayê, Facebook, Instagram û Twitter û vê heftiyê jî Snpachat hesabên Donald Trump girtin.
Rudaw