• Tuesday, 02 July 2024
logo

‘Biden mehek e bersiva daxwazeke Erdogan nedaye’

Gulan Media January 15, 2021 Nûçe
‘Biden mehek e bersiva daxwazeke Erdogan nedaye’
Tenê 7 roj mane ku Joe Biden Ofîsa Serokatiya Amerîkayê werbigire, lê hê jî bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nedaye ku daxwaz kiribû peywendiyeke telefonî encam bidin û ev yek jî ji bo hevpeymaneke bihêz a NATOyê ne asayî ye.

Sê kesên agahdar ji wê mijarê ji malpera Middle East Eye re ragihandine, meha derbasbûyî Ofîsa Erdogan daxwaza peywendiyeke telefonî li gel Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kir, lê tevî derbasbûna çend hefteyan jî heta niha ew daxwaz pêk nehatiye û ti peywendiyên telefonî nehatine rêkxistin.

Biryara Biden a ji bersivnedayîna wê daxwazê bi liberçavgirtina daxuyaniya wî ya sala derbasbûyî bi rojnameya New York Times re, dibe gelek ne ecêb be ku gotibû, divê Washington rêyeke ciyawaz li beramber Erdogan bigire û piştgiriya opozisyona Tirkiyê bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî bilez pîrozbahî li Joe Biden nekiribû ku di hilbijartinên 3ê Mijdara 2020an de bi ser ket û Erdogan yek ji dawîn serkirdeyên cîhanê bû ku pîrozbahî li Biden kir.

Tîma veguhastina desthilatê ya Biden û berpirsên Serokomariya Tirkiyê red kirine ku derbarê wê mijarê de daxuyaniyeke rasterast bidin malpera Middle East Eye.

Berdevkekî Biden ragihandiye, her dema ku serkirdeyekê peywendî kir bo pîrozbahiyê ew amade ne daxuyanî bidin û red kirine li ser mijarên din biaxivin.

Hevdem Berdevkekî Serokomariya Tirkiyê jî ragihandiye, eger Erdogan peywendiya telefonî encam bide li gel Biden, ew dê belav bikin û hêviya xwe derbirîne bo danîna peywendiyeke baş li gel îdareya nû ya Amerîkayê.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji medyayên Tirkiyê re ragihandiye, peywendiyên Enqerê li gel tîma veguhastina desthilatê ya Biden “heta niha gelek erênî ne” û dibêje, “Ew dibêjin, `em dixwazin peywendiyên baş li gel Tirkiyê pêk bînin û rûpeleke nû vekin`.”

Asli Aydintaşbaş, li Encûmena Ewropa bo peywendiyên derve, ji malpera Middle East Eye re diyar kiriye, “Hemû têdigihijin li girîngiya Tirkiyê bo vê beşa cîhanê, îdareya Biden jî wê yekê têdigihije û dixwaze peywendiyeke dûr ji pirsgirêkan li gel Enqerê hebe. Lê pirsgirêkên diyar di peywendiyên dualî yên wan de hene.”

Sala 2014an Biden rexne li Tirkiye û Îmaratê girtin ku “ji ber siyaseta xwe sedem in bo bihêzbûna DAIŞê. Taybet jî Enqerê şikest xwariye di rêgirîkirina li çekdarên biyanî de bo çûna Sûriyê.”

Erdogan jî li hember wan gotinên Biden hêrs bibû û daxwaz kiribû Biden lêborîn bixwaze û Biden jî paşê daxwaza lêborînê kiribû.

Sala 2016an û piştî hewla derbeyê li Enqerê, Joe Biden serdana Erdogan kir û bi aşkere daxwaza lêborînê kir ku zûtir serdana Enqerê nekiriye û piştgirî bo hikûmeta Tirkiyê dernebiriye.

Lêbelê di dema êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019an de, careke din helwesta Biden guherî û got, “Tirkiye di vir pirsgirêkeke mezin e. Ez dê bi şêweyekî rasteqîne giftugo li gel Erdogan bikim û wisa lê bikim ku li wê têbigihije ku dê baceke qurs bide bo tişta niha (sala 2019) encam dide.”

Rudaw
Top