• Tuesday, 02 July 2024
logo

Siyasetmedarekî kurd: Bexda dixwaze bi rêya hevpeymaniya nû ya li parlamentoyê ve herêma Kurditanê lewaz bike

Gulan Media January 15, 2021 Nûçe
Siyasetmedarekî kurd: Bexda dixwaze bi rêya hevpeymaniya nû ya li parlamentoyê ve herêma Kurditanê lewaz bike
Siyasetmedar û şirovekarê kurd Dr. Sabîr Îsmaîl ragehand, desthilatdarên Iraqê bi rêya wê hevpeymaniya nû ya hejmarek parlamenterên kurd ava kirine ve hewl didin herêma Kurdistanê lewaz bikin.

Dr. Sabîr Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand, pêwîste bo helbijartinên Parlamentoya Iraqê hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yek lîsteya hevbeş beşdarî wê helbijartinê bibin.

Sabîr Îsmaîl ragehand, beşdarbûna aliyên Kurdistanê bi yek lîsteyê pêgeha kurdan dê bihêz bihêle.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, ku naha pêgeha kurd li Bexdayê lewaze, û got, hejmarek parlamenterên kurd dixwazin hevpeymaniyek nû li parlamentoya Iraqê ava bikin, ev yek jî pêgeha kurdan lewaz dike û karekî metirsîdare.

Sabîr Îsmaîl ragehand, ava kirina wê hevpeymaniyê ti sûdekî xwe bo gelê kurd nabe, tenê sûd ji siyaseta Iraqê ya dijî herêma Kurdistanê re dibe, ji ber Bexda eger nikare herêma Kurdistanê dagir bike, ewa hewl dide bi rêya dabeş kirina kurdan ve ziyanê bigehîne gelê Kurdistanê.

Navborî got, ew parlamenterên kurd ên hevpeymaniya nû ava kirine, bo berjewendiya madî ya xwe kar dikin û ti demekî jî armanca wan ew nebûye xizmetê ji gelê Kurdistanê re bikin. ‘’Ew dixwazin ji ber krîza darayî û paşketina mûçe ve dilê gel aliyê xwe ve rakêşin.’’

Sabîr Îsmaîl dibêje, di helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqêy yên biryare roja 06.06.2021ê pêkbên de, desthilatdarên Bexdayê alîkariya madî jî dê bidin wê grubê, bo ku yekrêziya nûnerûn kurd têk bidin.

Basnews
Top