Kim Jong-Un çeka xwe ya herî bihêz nimayîş kir
![Kim Jong-Un çeka xwe ya herî bihêz nimayîş kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/16106902465435345543544343224323.jpg )
Bi boneya bidawîbûna kongreya partiya desthilatdar, Koreya Bakur nimayîşeke serbazî li dar xist.
Ajansa nûçeyan a fermî belav kiriye; ew mûşeka balîstîk mûşeka herî bi hêz a stratejîk e, ku ji bin deryayê tê avêtin.
Nimayîş bi amadebûna Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un birêve çû.
Kongreya Heştem a Partiya Karkeran a desthilatdar a li Koreya Bakur, 8 roj berdewam bû.
Basnews