• Tuesday, 02 July 2024
logo

Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da Serokê Berê yê Baroya Amedê

Gulan Media January 15, 2021 Nûçe
Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza da Serokê Berê yê Baroya Amedê
Serokê Berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ji ber beşdariya wî ya di xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi “endamtiya rêxistinê” hat tometbakirin û 6 sal cezayê zindanê li wî hat birîn.

Sala 2018an ji ber beşdariya wî ya di xebatên KCDê de bi tometa “endamtî û propagandaya rêxistinê” doz li dijî Mehmet Emîn Aktar hatibû vekirin.

Li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro rûniştina wê doze birêve çû Aktar beşdar nebû û Resul Tamur û Semra Balyan li hola dadgehê amade bûn.

Parêzer Tamur derbarê tometên li dijî Aktar ragihand ku ew tomet bêbingeh in û balkişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de ku gotibû “KCD rêxistineke legal e.”

Parêzer Semra Balyan jî ew tometên li dijî Aktar red kirin û got “hikmê delîlên bi vî rengî hatine tomarkirin nabin bingeh.”

Piştî van parastinnameyan, heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkere kir û bi tometa “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê zindanê da Serokê Berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û ji tometa “bangeşaya bo rêxistinê” ew azad kir.

Mehmet Emîn Aktar jî li hejmara xwe ya Twitterê amaje bi wî cezayî kir ku li wî hatiye birîn û got, “Min gotibû ku ev dozeke hednîşandanê ye, doz li ser sîparîşê ye, biryar li ser sîparîşê ye, ji bo ku Kurdek nemîne ku zindan nedîtibe…!”

Herwiha Aktar ew vexwendnameya Serokê Parlementoya Tirkiyê yê Berê Cemîl Çîçek jî belav kir ku 2012an arasteyî KCDê kiribû û tê de KCD dihat vexwendin ku beşdarî Komîsyona Lihevkirinê ya Destûre bibe.

Aktar got jî, “Kiryarên asayî yên demên asayî îro bûne hincetên cezakirinê. Lê binêrin KCD wê demê ji çi cihan vexwendname wergirtiyê.”

Rudaw
Top