• Tuesday, 02 July 2024
logo

Koma Sultan Silêman Şah zarokekî Kurd girtin

Gulan Media January 15, 2021 Nûçe
Koma Sultan Silêman Şah zarokekî Kurd girtin
Li Efrînê çekdarên koma Sultan Silêman Şah, zarokekî Kurd girtin û çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê da zanîn, çekdarên koma Sultan Silêman Şah, hejmarek zarok li nahiyeya Şiyê girtine ku kar dikirin, lê ew di roja pişt re berdan û tenê zarokê bi navê Izedîn Yûsif el-Hisên ê 15 salî li cem xwe girtî hiştin.

Sedema girtina wî zarokê 15 salî û hûrgiliyê wê nehatiye zanîn.

Heman rêxistin destnîşan dike, dema ku malbata Izedîn Yûsif el-Hisên pirsa wî kirine, ji wan re hatiye gotin ku ew bo cihekî ne diyar hatiye veguhastin.

Malbata wî zarokî heya niha ji çarenivîsa wî dilgiran e. Wî zarokî debara jiyana malbata xwe dikir ji ber ku rewşa wan ne baş e.

Ji Adara 2018an ve, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşeke berfireh ket destê kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê. Binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê, berdewam in.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin
Top