Prosesa xwendinê destpê dike
![Prosesa xwendinê destpê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/harym_0.jpg )
Hefteya dahatû li seraserê Kurdistanê destpê dike.
Îro bi beşdariya wezîrê tendirostî, navxwe û perwerdeyê, komîteya rûbirû bûna Koronayê civiya.
Di civînê de giftûgo li ser tedbîrên heyî yên bo rûbirû bûna Koronayê û destpê kirina prosesa xwendinê li Kurdistanê de hate kirin.
Di civînê de biryar hate dayîn ku hefteya pêşiya me prosesa xwendinê bi liber çav girtina tedbîrên xweparêziyê di nava debistan û xwendingehan de, destpê bike û weke yeke pêngav jî vê xwendekarên pola 12an biçin nava xwendingehan.