• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kesekî nêzîkî Erdogan: Ayhan Bîlgen ji HDPê cuda dibe û partiyek nû ava dike

Gulan Media January 14, 2021 Nûçe
Kesekî nêzîkî Erdogan: Ayhan Bîlgen ji HDPê cuda dibe û partiyek nû ava dike
Çavkaniyekî nêzîkî serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan dibêje, berdevkê berê yê HDPê Ayhan Bîlgen ji HDPê cuda dibe û partiyek nû ava dike.

Rojnamevanê tirk Ebdulqedîr Sevlî, ku di rojnameya tirkî ya Hurriyetê de kar dike, ragihandiye, serokê berê yê şaredariya bajarê Qersê yê Bakûrê Kurdistanê û berdevkê berê yê HDPê Ayhan Bîlgen, ku niha di girtîgehê de ye, dê ji ber siyaseta xelet ya HDPê ji wê partiyê veqete.

Selvî, ku kesekî nêzîkî serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan e, daye zanîn, Bîlgen piştî ku ji HDPê veqetiya dê partiyek nû ava bike.

Ayhan Bîlgen, destpêka meha Cotmeha par dema serokê şaredariya bajarê Qersê bû, bi tohmeta endamtiya rêxistina terorê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn.

Bîlgen piştî ku hat girtin, di girtîgehê de rexneyên tûj li HDPê girt. Bi gotina Sevlî, ji ber wan rexneyan, berpirsên HDPê sê caran serdana wî kirin û di navbera wan û wî de gengeşeyên tund hatin kirin. Ji wê demê de Bîlgen biryar da ji HDPê veqete.



Basnews
Top