• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Diyarbekirê lêdana vaksîna Koronayê destpê kir

Gulan Media January 14, 2021 Nûçe
Li Diyarbekirê lêdana vaksîna Koronayê destpê kir
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilmeta bikaranîna vaksîna Çînî “Sinovac” a li dijî Koronayê destpê kir.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê Hesen Kosan diyar kir, li Diyarbekirê jî ji demjimêr 8:00 sibê ve lêdana vaksînê destpê kir û destpêkê karmendên tendirustiyê li xwe dan.

Da zanîn jî, li Diyarbekirê dora 20 hezar karmendên tendirustiyê hene û destpêkê Rêveberê Tendirustiya Diyarbekirê vaksîn wergirt.

Peyamnêrê me diyar kir jî, lêdana vaksînê di demekê ye, li Diyarbkirê bi sedî 70 heta 80 hejmara pêketiyên Koronayê kêm bûye.

Li tevahiya bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilmeta lêdana vaksînê destpê kir. Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehretin Koca li nexweşxaneya bajarê Enqerê wek yekem kesê vaksîna Çînî wergirt û daxwaz ji welatiyan kir ku vaksînê werbigirin.

Ev vaksîna Çînê dê pêşiyê li ser karmendên tendirustiyê û kesên temenê wan li ser 65 ê bikaranîn. Kesên mafê wan yê vaksînê heyîn beriya ku vaksînê bikar bînin dê belgeyeka razîbûnê îmze bikin û bidin diyar kirin.

Top