• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê PYDê da

Gulan Media January 14, 2021 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê PYDê da
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrîş û bêrêziya berpirsê PYDê Aldar Xelîl beramber Pêşmergeyên Roj daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Pêşmergeyên Roj ji destpêka damezrandinê ta îro li sengerên pêş ên parastina xaka Kurdistanê bûn.”

Berdevkekî Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê gotinên Aldar Xelîl de ku Pêşmergeyên Roj wek “çete” binav kiribûn, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Roja Sêşemê, 12/01/2021, Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê di hevpeyvîneke rojnamevanî de behsa danûstandinên di navbera ENKS û PYDê de kir û hêza Pêşmergeyên Roj wek kirêgirtiyên dewleta Tirk binav kir.”

Herwiha Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Navborî baş dizane û agahdarî ku qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka damezrandinê ta îro li sengerên pêş ên parastina xaka Kurdistanê bûn. Wan di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi dehan şehîd û birîndar dane û ti niştimanperwerekî xwedî wijdan wan jibîr nake.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ev core daxuyanî û tohmet ziyangihandin e bi yekrêziyê û merame sereke têkdana giftugoya di navbera aliyên kurdî ye û aşkere ye jî her dema behsa kirêgirtiyan tê kirin, yekser kî tê bîra xelkê. Kiryar, dîrok û bûyer şahid ka kî kirêgirtiyê ev û wan e.”

Basnews
Top