Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê PYDê da
![Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê PYDê da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/40e2366720a04f845960cd87ab537752_L.jpg )
Berdevkekî Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê gotinên Aldar Xelîl de ku Pêşmergeyên Roj wek “çete” binav kiribûn, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Roja Sêşemê, 12/01/2021, Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê di hevpeyvîneke rojnamevanî de behsa danûstandinên di navbera ENKS û PYDê de kir û hêza Pêşmergeyên Roj wek kirêgirtiyên dewleta Tirk binav kir.”
Herwiha Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Navborî baş dizane û agahdarî ku qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka damezrandinê ta îro li sengerên pêş ên parastina xaka Kurdistanê bûn. Wan di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi dehan şehîd û birîndar dane û ti niştimanperwerekî xwedî wijdan wan jibîr nake.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ev core daxuyanî û tohmet ziyangihandin e bi yekrêziyê û merame sereke têkdana giftugoya di navbera aliyên kurdî ye û aşkere ye jî her dema behsa kirêgirtiyan tê kirin, yekser kî tê bîra xelkê. Kiryar, dîrok û bûyer şahid ka kî kirêgirtiyê ev û wan e.”
Basnews