Şingal- PKK û Heşdî Şabî kar li ser wê yekê dikin ku penaberên êzdî nikaribin deng bidin
![Şingal- PKK û Heşdî Şabî kar li ser wê yekê dikin ku penaberên êzdî nikaribin deng bidin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ba21ec59780b25c84fa4b20aaa65e6f8_L.jpg )
Beriya bi çend rojan Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl aşkere kir heta niha data û amarên tomarên dengderên Şingalê ji bo hilbjartina dahatû ya perlemantiya Iraqê, radestî komîsyona bilind a hilbijardinan nehatiye kirin û ev jî metirsî ye li ser şewitîna dengê hemwelatiyan li wî sînorî.
Herwiha Mehma Xelîl aşkere jî kir niha xelkê Şingalê û bi taybet kurdênî êzdî ji ber rewşa naseqamgîr a li herêmê newêrin vegerin ser mal û cihên xwe û bêbeşbûna wan mafê dengdan û beşdarî li hilbijardinê vedigere ji bo kemterxemiya Bexda y ku heta niha nikariye Şingalê aram bike û xelkê dilnya bike û vegerin ser cih û jiyana xwe.
Herwiha Basnewsê ji çavkaniyên xwecihî zaniye ku PKK û Heşdî Şabî hewl didin dengdana hilbijartina pêşwext bes li Şingalê bê kirin û penaberên Şingalê ji dengdanê bê beş werin hiştin.
Berpirsê Liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax, ji BasNewsê re axivî û da zanîn sedema nevegera penaberên Şingalê peywendî bi hebûna PKK û Heşdî Şabî ye li Şingalê û ji %80yê êzdiyan heta niha li kampên Herêma Kurdistanê panaber in û venegeriyane, biryar bû Şingalî li nava bajarên xwe deng bidin û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya asayîkirina Şingalê beriya hilbijardinê bihata cîbicîkirin. Heger ew neye kirin mafê penaberan heye weke carên berê li kampên penaberan deng bidin.
Basnews