• Tuesday, 02 July 2024
logo

Şingal- PKK û Heşdî Şabî kar li ser wê yekê dikin ku penaberên êzdî nikaribin deng bidin

Gulan Media January 14, 2021 Nûçe
Şingal- PKK û Heşdî Şabî kar li ser wê yekê dikin ku penaberên êzdî nikaribin deng bidin
Zêdetir ji %80yî kurdên êzdî ji ber rewşa neseqamgîrî li herêmê û cîbicînekirina rêkeftina Şingalê û hebûna mîlîsan nikarin vegerin ser mal û milkên xwe li Şingalê. PKK û û Heşdî Şabî jî kar li ser wê yekê dikin penaberên êzdî nikaribin di hilbijartinan de deng bidin.

Beriya bi çend rojan Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl aşkere kir heta niha data û amarên tomarên dengderên Şingalê ji bo hilbjartina dahatû ya perlemantiya Iraqê, radestî komîsyona bilind a hilbijardinan nehatiye kirin û ev jî metirsî ye li ser şewitîna dengê hemwelatiyan li wî sînorî.

Herwiha Mehma Xelîl aşkere jî kir niha xelkê Şingalê û bi taybet kurdênî êzdî ji ber rewşa naseqamgîr a li herêmê newêrin vegerin ser mal û cihên xwe û bêbeşbûna wan mafê dengdan û beşdarî li hilbijardinê vedigere ji bo kemterxemiya Bexda y ku heta niha nikariye Şingalê aram bike û xelkê dilnya bike û vegerin ser cih û jiyana xwe.

Herwiha Basnewsê ji çavkaniyên xwecihî zaniye ku PKK û Heşdî Şabî hewl didin dengdana hilbijartina pêşwext bes li Şingalê bê kirin û penaberên Şingalê ji dengdanê bê beş werin hiştin.

Berpirsê Liqa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax, ji BasNewsê re axivî û da zanîn sedema nevegera penaberên Şingalê peywendî bi hebûna PKK û Heşdî Şabî ye li Şingalê û ji %80yê êzdiyan heta niha li kampên Herêma Kurdistanê panaber in û venegeriyane, biryar bû Şingalî li nava bajarên xwe deng bidin û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya asayîkirina Şingalê beriya hilbijardinê bihata cîbicîkirin. Heger ew neye kirin mafê penaberan heye weke carên berê li kampên penaberan deng bidin.



Basnews
Top