• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mike Pence dûrxistina Trump red dike

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Mike Pence dûrxistina Trump red dike
Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di nameyekê de ji bo Seroka Encûmena Nûnran Nancy Pelosi de, red kir li or madeya 25 a destûrê, Donald Trump ji postê wî dûr bixe.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di nameya xwe de got: “Ez bawer nakim ku ev rêkar dê bikeve berjewendiya welatê me, herwiha ew ew pêngav jî ne destûrî ye.”

Pence di nameya xwe de got jî: "Ez di demek krîtîk a jiyana gelê me de, xwe Nadim dest lîstikên siyasî yên Encûmena Nûneran."

Cîgirê Serokê Amerîka got: "Aktîfkirina Guhertina 25'an a ji bo rakirina Serok Trump ne di berjewendiya welêt an jî destûrê de ye" û bang li demokratan kir ku divê ew ji bo kêmkirina aloziyê û yekîtiya welêt bi wî re bixebitin.

Seroka Encûmena Nûnran Nancy Pelosi daxwaz kiribû madeya 25 a destûrê bê aktîvkirin.

Li gor madeya 25 a destûrê, dema Serok ji ber nexweşiyê yan pirsgirêkeke derûnî nikaribe bi erkên xwe rabe, wê demê ji nîvê zêdetir ê kabîneya dewletê dikarin daxwazê ji Kongressê bikin ku Cîgirê Serokê bi erkên Serok rabe û bibe Serokê Welat.

Endamên Demokratan bi riya Encûmena Pîran gefa dûrxistina Donald Trump dixwin û wî gurkirina aloziyan tometbar dikin. Lê pêwîstiya vê yekê bi du sêyekên endamên Encûmenê heye, ev jî pêk nehatiye.

K24
Top