• Tuesday, 02 July 2024
logo

Amerîkayê navê sê kesên Kurd xiste lîsteya terorê

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Amerîkayê navê sê kesên Kurd xiste lîsteya terorê
Amerîkayê navê sê kesên Kurd xiste nav lîsteya terorê û Wezîrê Derve yê wî welatî Mike Pompeo jî ew kes weke serkirdeyên “Betalyona Kurdî ya Rêxistina Qaideyê” bi nav kir û ragihand, ew sê kes li ser sînorê navbera Îran û Iraqê çalakiyan dikin.

Mike Pompeo navê wan sê kesan aşkere kiriye û daye xuyakirin: “Polînkirina Îsmaîl Fuad Resûl Ehmed, Fuad Ehmed Nûrî Elşexan û Nîmet Heme Rehîm Heme Şerîf, wek serkirdeyên Betalyona Kurdî ya Rêxistina Qaideyê radigihînim ku grûpeke ser bi Qaideyê ve ye û li sînorê navbera Îran û Iraqê çalakiyan dike.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê derbarê wan sê kesên Kurd de ti hûrgiliyên zêdetir aşkere nekiriye.

Li aliyekê din, Pompeo di daxuyaniya xwe ya nû de, Îran bi piştgirîkirina terorê û rêxistina Qaideyê tometbar kiriye û ragihandiye, Îran bûye baregeha nû ya Qaideyê. Pompeo herwiha Îran bi wê yekê tometbar kiriye, ku destê wê di êrişên 11ê Îlonê de yên bo ser herdu burcên bazirganî li New Yorkê hebûye.

Axaftinên Pompeo rastî berteka tund a Îranê hat û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyaniya Pompeo ya derbarê welatê xwe de red kir û got, bi wan axaftinan “nikarin ti kesî bixapînin”.

Zerîf ragihand: “Hemû terorîstên 11 Îlonê xelkê welatên dilxwazê Mike Pompeo li Rojhilata Navîn bûn, ti kesek ji wan ne xelkê Îranê bûn.”

Rudaw
Top