• Tuesday, 02 July 2024
logo

Cureya nû ya Coronayê gihîşt Bakurê Kurdistanê

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Cureya nû ya Coronayê gihîşt Bakurê Kurdistanê
Li gundekî parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê cureya nû ya Coronayê hat dîtin û ji ber wê yekê biryara kerentînekirina gund hat dan.

Qaymeqamiya Dêrxasê (Haskoy) li parêzgeha Mûşê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li gundê Kurtuçdamê yê ser bi vê qezayê ve cureya nû ya vîrusa Coronayê hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ji ber destnîşankirina cureya nû ya Coronayê li gundê Kurtuçdamê, gund bo dema 14 rojan tê kerentînekirin.

Qaymeqamiyê Dêrxasê herwiha ragihandiye, ku biryara kerentînekirina gund li ser daxwaza Saziya Tendirustiya Qezayê hatiye dan.

Ragihandina dîtina cureya nû ya Coronayê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di demekê de ye, ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tedbîrên taybet bi xweparastina ji vê vîrusê berdewam in û li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê jî, hejmara pêketiyan û qurbaniyên Coronayê li wî welatî kêmtir bûye.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihandiye, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 346 hezar û 285 kesan û 23 hezar û 152 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 218 hezar û 464 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Herî dawî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 9 hezar û 809 kes bi vîrusa Coronayê ketibûn û 171 kesan jî canê xwe ji dest dabûn, li aliyekê din 10 hezar û 13 kes ji nexweşên vê vîrusê jî baş bûbûn.

Rudaw
Top