• Tuesday, 02 July 2024
logo

Beşîr Hedad: Fraksiyonên Ereb naxwazin car din dilê Kurdan biêşînin

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Beşîr Hedad: Fraksiyonên Ereb naxwazin car din dilê Kurdan biêşînin
Li Parlamanetoya Iraqê nirxandina ewil a projeyasaya budceya 2021ê hat kirin û nirxandina duyem ji bo wergirtina raman û nêrînên lijneyan, endamên parlamneto û fraksiyonan berdewam e, di vê navberê de Kurd hewl didin yekdeng bibin û Cîgirê Serokê Parlamanetoyê jî dibêje: “Nêrînek di nav fraksiyonên Ereb de heye ku vê carê dilê Kurdan neêşînin.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ji Bexdayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser projeyasaya budce û helwesta Kurdan û hemahengiya wan ji bo garantîkirina mafên Kurdan di projeyasayê de axivî.

Beşîr Hedad ragihand: “Fraksiyonên Kurdistanê hewl didin ku hemahengiyekê çêbikin ji bo serederiyeke yekgirtî di vê projeyasayê de bikin, weke çawa di projeyasaya deyn de hemû bi hev re yek nêrîn bûn û di hemanhengiyê de bûn, ji bo vê mebestê me bi hinek fraksiyonan hevdîtin kir û biryar wisa ye ku em di demeke nêz de ligel fraksiyonên Kurdî bicivin ji bo rêkxistina nêrîna xwe û wergirtina raman û nêrînên hemû fraksiyonan.”

Hedad destnîşan kir: “Ji bo ku em tûşî şokê nebin, divê çend planên me hebin, weke nimûne planên B û C. Eger plana me neçe serî, em planeke din cîbicî bikin. Ne merc e em hemû yek nêrîn bin, lê tiştê girîng ew e ku em bi yekdengî li ser mafên xelkê Kurdistanê û para Herêma Kurdistanê di budceyê de rijd bibin.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad eşkere kir: “Me hest bi nêzîkbûnek kiriye, piştî ku (parlamenterên Iraqê) yasaya deyn bêyî Kurdan derbas kir, niha hest bi wê yekê dikin ku dilê Kurdan êşandine û (dixwazin) ev dubare nebe, çimkî dubarebûna vê mijarê, bi giştî metirsiyekê dixe ser proseya siyasî ya Iraqê, loma niha nêrînek di nav fraksiyonên din de heye ku vê carê dilê Kurdan neêşînin û hewl bidin bi hev re bixebitin.”

K24
Top