• Tuesday, 02 July 2024
logo

Şandekî Brîtanî serdana wezareta pêşmerge kir

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Şandekî Brîtanî serdana wezareta pêşmerge kir
behsa hewldanên biereb kirinê kirine.
Li gel wezîrê pêşmerge civiya.

Îro wezîrê pêşmerge yê hikûmeta Kurdistanê pêşwaziya şandeke taybet bi karûbarên siyasî yên herêmên kêşe li ser ya Konsulusxaneya Brîtanyayê kir.

Di civîna han de her du aliyan behsa rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û herwiha liv û tevgerên DIŞIê û hewldanên bi Ereb kirina wan navçeyan hatiyekirin.

Di civînê de wezîrê pêşmerge tekez li ser vê yekê kiriye ku hewldanên bi Ereb kirina wan navçeyan kareke dijî însaniye û bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Şanda Brîtanî jî diyar kiriye ku ew weke Konsulusxaneya Brîtanyayê haya wan ji rewşa xirab û metirsîdar ya şêniyên Kurd yên wan deveran heye û hewl didin ku bo çareser kirina kêşeyên heyî û baştir kirina rewşa şêniyên Kurd rola xwe bilîzin.
Top