• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Îraqê hilbijartin nayê kirin

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Li Îraqê hilbijartin nayê kirin
dibêje zehmete hilbijartin were kirin.
Dibêje aliyên siyasî naxwazin Kazimî serkeftî be.

Cîgirê Serokwezîrê berê yê Îraqê Beha Erecî ragihand ku gelek zehmete di 6ê Hezîran îsal de li Îraqê hilbijartin were kirin.

Erecî eşkere kiriye ku aliyên siyasî yên Îraqê li ser mijara hilbijartinan nakokin û ji vê jî zêdetir aliyên siyasî yên Îraqê wisa hizir dikin ku eger di meha Hezîranê de hilbijartin were kirin, ew yek serkeftineke mezine bo Serokwezîrê Îraqê û aliyên siyasî yên Îraqê jî bi ti awayî naxwazin Serokwezîr serkeftî be.

Weke tê zanîn beriya niha hikûmeta Îraqê biryar dabû daku di 6ê meha Hezîranê de hilbijartinên pêşwext li Îraqê werin kirin.
Top