• Tuesday, 02 July 2024
logo

Aldar Xelîl Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kir

Gulan Media January 13, 2021 Nûçe
Aldar Xelîl Pêşmergeyên Roj weke ‘çeteyên Tirkiyê’ bi nav kir
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, Pêşmergeyên Roj ku hêza Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ye, weke “çete” bi nav kir û got: “Pêşmergeyên Roj a rastî pêşmerge nînin. Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete.”

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê ji medyaya nêzîk PKKê re axivî û ragihand ku li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojahiltê Sûriyê, rêkeftineke di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de heye.

Li ser danûstandinên aliyê kurdî jî, Aldar Xelîl eşkere kir ku, niha danûstandinê di navbera ENKS û Partiyên Yekitiya Neteweyî yên Kurd (PYNK) de rawestiyane ji ber ku nûnerên Ameîrkî ne li herêmê ne.

Aldar Xelîl got ku di warê siyasî de lihevkirin çêbûye û lêvegera siyasî ya Kurdî hatiye avakirin, lê ENKS xwest Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ku weke destûrê ye were guhertin ew jî vê yekê qebûl nakin.

Berpirsên PYD dibêje, wan xwestin hilbijartin çêbibin, lê bi gotina wî “ENKS bêyî hilbijartinan dixwazin bibin nîviyê xwediyê rêveberiyê, lewma niha guftûgo sekinîne.”

Li ser çûna Pêşmergeyên Rojava, Aldar Xelîl da zanîn ku wan ew pirs gotûbêj nekirine û got: “Pêşmergeyên Roj y rastî pêşmerge nînin. Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şingalê û li Qendîlê bi kar anîn. Çawa ku Erdogan çete li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anî wan jî bi kar tîne. Lewma ne mumkin e em wan qebûl bikin. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji wan leşker, efser û xortên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku piştî xwepêşandanên sala 2011 ên li Sûriyeyê û tundûtîjiyên li wî welatî, ji Sûriyeyê reviyan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Destpêkirina sêyemîn qonaxa danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) yek ji mijarên herî balkêş e li Rojavayê Kurdistanê.

Biryar e gera sêyem ji danûstandinên Kurdî – Kurdî bê destpêkirin û di gera sêyem de mijarên girêdayî hilbijartin, ewlehî û leşkeriyê bêne gotûbêjkirin.

Rudaw
Top