Rojnamevanekî tirk: Eger di danûstandinên Cinêvê de “Federasyona Kurdî” derkeve, Tirkiye dê qebûl bike
![Rojnamevanekî tirk: Eger di danûstandinên Cinêvê de “Federasyona Kurdî” derkeve, Tirkiye dê qebûl bike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/c33af0708dd6383f227b143139f2a5ac_L.jpg )
Rojnamevan û nivîskarê navdarê Tirkiyê, Murat Yektîn ji pişka tirkî ya malpera K24 re gotiye, eger di danûstandinên aliyên Sûrî de li Cinêvê, ku di bin çavdêriya NY de tên kirin, biryara pêkanîna “Federasyona Kurdî” wek çareseriya pirsgirêka kurd li Sûriyê derkeve, Tirkiye jî dê qebûl bike.
Murat Yektîn her wiha gotiye, Tirkiyê çawa hebûna Herêma Kurdistana Iraqê qebûl kir dê “Federasyona Kurdî” li Sûriyê jî qebûl bike, çimkî ew jî mijareka navxwe ya Sûriyê ye.
Wî rojnamevanê tirk li ser îhtimala destpêkirina pêvajiyeka nû ya çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyê jî gotiye, vê gavê ti îşaret û nîşanek nîne ku tiştekî wisa dest pê bike. Çimkî îradeyeka wisa nîne vê yekê qebûl bike.
Danûstandinên Cinêvê, ku sala 2012 bi beşdarbûna nûnerên rêjîma Sûriyê, nûnerên opozîsyonê, welatên Ewropî, Rûsya, NY, Tirkiye, Iraq û çend welatên din dest pê kiribû, heta niha negihîştine ti encamekê.
Di danûstandinên han de, nûnerên fermî yên kurdan nînin lê kurd wek beşek ji opozîsyona Sûriyê beşdar dibin.
Basnews