Franse: Têkiliyên me li gel Tirkiyeyê ne başin
![Franse: Têkiliyên me li gel Tirkiyeyê ne başin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/franse.jpg )
Dibêje Tirkiye xwe weke hevpeymanê NATO nahesbîne.
Wezîra berevanî ya Franseyê Florence Parly di daxuyaniyeke xwe de behsa têkiliyên navbera Franse û Tirkiyeyê kir û ragihand ku têkiliyên navbera wan nebaşin.
Wezîra berevanî ya Franseyê Florence Parly diyar kiriye ku ji sala derbasbûyî ve heta niha roj biroj têkiliyên navbera Franse û Tirkiyeyê aloztir bûne.
Parly eşkere kiriye ku Tirkiye ku bi fermî di nava NATO deye xwe weke endam û hevpeymanê NATO nahesbîne û beruvajî pîwanên NATO tevdigere û pişt re jî dibêje ku NATO me bi tenê hêştiye.
Nav hatî ew yek aniye ziman ku eger rayedarên Tirkiyeyê cidî û semîmî bin vê demê Franse jî amadeye ku têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê normal bike.
K24