• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Kak Qubad bi zûyî ji vîrusa Koronayê rizgar bibe

Gulan Media January 12, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Kak Qubad bi zûyî ji vîrusa Koronayê rizgar bibe
roja duşemê 11.01.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re axivî û hêviya zû başbûnê ji vîrusa Koronayê xwest.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê ragihandiye: ‘’Îro bi telefonê min qiser ligel Kak Qubad Talebanî kir û hêviya başbûnê jê re xwest. Hêvîdar im ku bi zûyî û bi temamî ji vê vîrusê rizgar bibe.

Cihê behsê ye îro Qubad Talabanî di tora xwe ya civakî Twîtterê de ragehandibû: ‘’Piştî testên ku hatin kirin encamên wan derketin û diyar bû ku ez helgirê vîrusa koronayê me, ji ber wê jî pêwîste demekî karantîna bim heta ku ez derbas dikim. Herwaha hêviya selametiyê bo herkesekî dixwazim. Tîka dikim herkesek xwe parastinê berdewam bike.’’

Basnews
Top