Li Xurmatû amadekarî bo xwepêşandanê tên kirin
![Li Xurmatû amadekarî bo xwepêşandanê tên kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/cb8d36d841667d7cc103fe0e950059c2_L.jpg )
Berpirsê lijneya navçeya Xurmatû yê PDKê Erselan Elî îro 12.01.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji aliyê hemwelatiyan ve û bi taybet kurdên Xurmatû ve amadekariya xwepêşandan û nerazîbûnê dijî şehîd kirina ciwanên kurd ên li vî sînorî tê kirin.’’
Herwaha got: ‘’Zanyariyên me hene ku hêzên bersivdana lez, bi tewanê şehîd kirina ciwaneke kurd 3 tirkmen girtin, lê polîs û hêzên din hemaheng nîn in, ji ber wê jî ewên ku hatibûn girtin hatine berdan.’’
Wî berpirsê PDKê got: ‘’Ji aliyê hêzên bersivdana lez ve 4 ciwanên kurd bê ku tometekî diyar hebe hatine girtin.’’
Di heyama kêmtirî 2 heftiyan de du ciwanên kurd li sînorê Xurmatû hatin şehîd kirin, berî naha jî rêveberê polîsê wê qezayê ji BasNewsê re ragehand, ti kesek bi tewanê kuştinê nehatiye girtin.
Basnews