Xurmatû- PKKê 2 xwendekarên keç revandine
![Xurmatû- PKKê 2 xwendekarên keç revandine](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/2f92621f2b9f4546cae9887e3c933f46_L.jpg )
Çavkaniyeke agahdar ji Xurmatûyê ji BasNewsê re aşkere kir îro roja duşemê 2 keçên xwendekar ku hevalê hevdu bûn ji malê malê derketine ji bo dibistanê, lêbelê, ji aliye kadîrên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine revandin û ji bo Qendîlê hatine birin ji bo wan bikin gerîla.
Herwiha ligor zanyariyên wê çavkaniyê xelkê Xurmatûyê ji ber wî karî gelekî ji PKKê hêrs bûne.
Di vê derbarê fermandarê polîsê Xurmatûyê Fazil Mihemed ji BasNewsê re axivî û da zanî îro 2 keç ji taxa Rizgarî ya Xurmatûyê ji malê derketine û ji çûne Silêmaniyê, piştre ew keç lix ala kontrole ya Silêmaniyê hatine dîtin û ji bo Xurmatûyê hatine vegerandin.
Herwiha Fazil Mihemed da zanîn temênê wan keçan 14- 15 sal in.
Basnews