Heşda Şeibî demografiya Şingalê diguhêre
![Heşda Şeibî demografiya Şingalê diguhêre](https://gulanmedia.com/public/site/images/single/1.jpg)
Reşo Elî kesekî Şingalî ye ji K24ê re got: “Em daxwaz dikin ku Şingal ji xelkê Şingalê re bimîne. Divê alîkarî bi xelkê Şingalê re bê kirin. Şingal wêran bûye, divê em vegerin heta ku armanî çêbibe.”
Welatiyekî din ê Şingalê bi navê Xelef Husên dibêje: “Em qebûl nakin ku ji bilî xelkê, erdê Şingalê bikire. Me şehîd dane û mala me xerap bûye, em naxwazin kesekî xerî bikeve Şingalê.”
Kesekî din diyar dike: “Heger erdê Şingalê bê firotan, dê ziyanê bigihînê xelkê Şingalê û heger wiha berdewam bike, dê Şingal ji destê Şingalî û Êzidiyan bê derxistin.”
Çendîn sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên cidî ligel hikûmeta federal dide Şingal ji vê rewşa ku tê de ye û ji dagîrkirinê rizgar bike. Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan Şêx Namo dibêje, planeke metirsîdar heye, ji bo Şingal di destê Şingaliyan de nemîne.
Şêx Namo ji K24ê re got: “Me wiha hizr dikir ku rayedarên Şîa ligel êş û janên me ne û dizanin DAIŞê çi anî serê me. Lê niha em dibînin ku ew dixwazin çarenivîsa Şingalê ber bi toneleke tarî ve bibin. Niha tirs li cem xelkê Şingalê çêbûye ku Şingal ji wan bê standin.”
Jêderekî ku nexwast navê wî bê aşkere kirin ji K24ê re diyar kir, niha destdanîn û kirîn û firotana zeviyên ser bi wezaretên Şaredarî û Avedankirin û Çandiniyê û Darayî ve tên kirin û hin aliyên siyasî jî li pişt wê yekê ne.
K24