• Tuesday, 02 July 2024
logo

Şaredarê Pîranê: Me nedikarî li gel HDPê di şaredariyekê de kar bikin

Gulan Media January 12, 2021 Nûçe
Şaredarê Pîranê: Me nedikarî li gel HDPê di şaredariyekê de kar bikin
Şaredarê Pîranê Felat Aygoren li ser sedemên ji karderxistina Hevseroka Şaredariya Pîranê Yasemîn Uçar got “ew sedem nayên gotin. Di mêjî de me li hev nedikir.”

Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de HDPê 65 şaredarî bidest xistibûn, lê ji wê hejmarê niha tenê 4 şaredarî mane. Wê demê di bin navê Îtifaqê de Felat Aygoren jî bibû serokê şaredariya Pîrana Amedê û hîna jî li ser karê xwe ye.

Felat Aygoren ev demek e ji hevpeymaniyê cuda bûye û weke şaredarekî serbixwe karê xwe dike. Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak hevpeyvînek li gel wî kiriye û behsa rewşa siyasî, sedemên cudabûna ji hevpeymaniyê û pirsgirêk û astengiyên li ber karê xwe dike.

Aygoren li ser nîqaşên derbarê veqetandina xwe ya ji HDPê de ku hinek kes dibêjin zextên hikûmetê li serê hebûn û hinek jî dibêjin zexta HDPê li ser hebûn got: “Ne zexta hikûmetê ne jî zexta HDPê li ser min hebû. Di nav me û HDPê de protokolek hebûye û li gorî wê protokolê jê qetiya me.”

Ji ber ku hevserokê şaredariya Pîranê Felat Aygoren bêyî agahdariya partiya xwe jî Hevseroka Şaredariya Pîranê Yasemîn Uçar ji kar dûrxistiye, HDP rexneyan li Aygoran dike û ew şermezar kiribû. Li ser kardûrxistina Uçarî, Aygoren piştrast kir ku haya partiya wî jê tine bû û got: “Ev ne tişteke siyasî ye, ev guhertinek nav şaredariyê ye. Ew guhertin jî di destê min de ye. Em ji bo xizmetê çûbûn. Me tiştek dervey yasayan nekeriye ku em ji danîna qeyûm bitirsin.”

Aygoren got lixwe mikûr hat ku ew biryarî wî "di aliyê exlaqî de ne rast bû" û got: "Lê me nikaribûn bi hevre kar bikira. Gava mirov nikaribe bi hev re kar bike divê mirov rêyeke bibîne û min jî ev rê rast dît.”

Aygoren li ser sedemên ji kardûrxisrtina Uçar ragihand ku “ew sedem nayên gotin. Di mêjî de me li hev nedikir.”

Li ser egera derketina krîzek di nav PDK-Bakru û HDPê de jî Aygoren got: “Ez bixwe amade me, ji ber ku ti peywendiya PDK-Bakur bi vê biryarê ve nîne. Min bi sere xwe ew tişt kiriye.”

Li aliyê din di derbarê xizmetên şaredariyê de ferqa wan û şaredariyên din de Aygoren amaje bi vê yekê kir ku dema şaredarî ji qeyûmwergirtine zêde deynê wê tine bû, ji ber vê yekê jî wan di nava 2 salan de nêzikî 20 milyon lîre xizmet kirine û nêzikî 3-4 milyon lîra deynê wan hene.

Derbarê têkiliyên di navbera endamên meclîsê de jî Aygoren got ji ber ku ew tev ji Pîranê ne têkiliyên wan baş in.

Li ser mekanîzma çavdêriya Şaredariyê jî Aygoren diyar kir ku hikûmet kontrola şaredariyan dike û ti şaredariyek bêkontrol nîne û partî nikarin şaredariyê kontrol bikin.

Şaredarê Pîranê herwiha anî ziman ku zehmet bû di nav HDPê xizmetê bike.

Di hilbijartinên heremî yên 31ê Adara 2019an de HDP bi partiyên Kurdî re îtîfaq çêkiribû û bi îtîfaqa PDK-Bakur û HDPê Felat Aygoren bûbû şaredarê Pîranê.

Rudaw
Top