• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hetin kuştin

Gulan Media January 12, 2021 Nûçe
Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hetin kuştin
Li Kerkûkê di êrîşeke asmanî de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û serkirdeyekî wê rêxistinê hate desteserkirin. Li Diyala jî, 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Seid Herbiye ragihand, di êrîşeke asmanî li ser baregehên çekdarên DAIŞê li qezaya Daqoqê ya li Kerkûkê de, 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Da zanîn jî, hêzên Dijeterorê yên Iraqê serkirdeyekî DAIŞê li taxeke rojhilatê Kerkûkê desteser kir.

Ji aliyekî din ve, li navçeyeke başûrê bajarokê Boherz li parêzgeha Diyala, 2 leşkerên artêşa Iraqê ji aliyê nîşanvanekî DAIŞê ve hatin kuştin.
Top