Wezîrê Pêşmerge: Hemû hewla me ew e ku em hêza Pêşmerge bikin artêşeke niştimanî
![Wezîrê Pêşmerge: Hemû hewla me ew e ku em hêza Pêşmerge bikin artêşeke niştimanî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/16102962533254325432.jpg )
Şoreş Îsmaîl peyameke vîdeoyî belav kir û tê de pîrozbahî li wan Pêşmergeyên pileya wan hatine bilindkirin kir û derbarê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de axivî.
Îsmaîl pîrozbahî li wan fermandarên Pêmerge yên pileya wan hatine bilindkirin kir û destxweşî û spasî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo parastina mafên Pêşmergeyan.
Herwiha Şoreş Îsmaîl derbarê peywendiyên Wezarata Pêşmerge û artêşa Iraqê jî de eşkere kir ku ew hewl didin peywendiyan xurttir bikin û rê li ber liv û tevgera DAIŞê li herêmê bigrin û valahiya ewlehiyê bi hev re tijî bikin.
Wezîrê Pêşmerge amaje bi wê yeke jî kir ku ew ê berdewam bin li ser çaksazîyên Wezareta Pêşmerge û heta niha pêngavên baş hatine avêtin û ev yek jî bawerî bi xelkê Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk aniye û ti kes û alî nikare rêliber çaksaziyan bigire û ew ê karên wan ê çaksaziyê bi israr berdewam bike.
Şoreş Îsmaîl da zanîn ew bi yek timî û bi giyanî kar dikin û hemû hewla wan ew e ku hêza Pêşmerge bikin artêşeke niştimanî û yekbûyî.
K24