Li Iraq û Kurdistanê 25 milyon hemwelatiyan mafê wan heye beşdarî helbijartinên pêşwext bibin
![Li Iraq û Kurdistanê 25 milyon hemwelatiyan mafê wan heye beşdarî helbijartinên pêşwext bibin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6ab79d5055abaa50ff7b7a495dad2a19_L.jpg )
Îro 11.01.2021ê berdevkê komîsyona helbijartinan Cumane Xulay ji ajansa fermî ya nûçeyan a Iraq WAI re ragehand, heta roja 09.01.2021ê, 65 hezar û 548 hemwelatî zanyariyên xwe li komîsyonê nû kirine.
Cumane Xulay ragehand, dengdêr dikarin heta roja 02.02.2021ê serdana binkeyên komîsyonê bikin, ku hezar û 79 binke li seranserê Iraqê hene bo nû kirina zanyariyan, ku bikarin beşdarî li helbijartinên Parlamentoya Iraqê bikin.
Berdevkê komîsyonê got, partiyên siyasî dikarin heta roja 16.01.2021ê xwe bo beşdarbûna helbijartinên parlamentoyê û pêkanîna hevpeymaniyê, tomar bikin û heta roja 28ê heman mehê jî dem li berdeste bo pêşkeş kirina lîsteya namzedan.
Cumane Xulay hejmara wan kesên îsal dikarin beşdarî li proseya dengdanê de bikin jî aşkera kir û ragehand, 25 milyon û 129 hezar û 375 hemwelatiyên Iraq û herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê di helbijartinên pêşwext a parlamentoya Iraqê de heye.
Basnews