Berpirsekî Gorran: Eger Silêmanî bibe herêmek xweser wê çaxê Herêma Kurdistanê namîne!
![Berpirsekî Gorran: Eger Silêmanî bibe herêmek xweser wê çaxê Herêma Kurdistanê namîne!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/5dab520ebb8a8b8cbbd408cc9ee4ad85_L.jpg )
Ev çend roj in, bi taybet piştî ragihandina çend biryarên çaksaziyê ji aliyê hikûmetê ve, hinek alî behsa herêmkirina Silêmaniyê dikin.
Li ser vê mijarê, endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê, Kerîm Elî ji BasNewsê re got, heta niha li nav encumenê de behsa herêmkirina Silêmaniyê nehatiye kirin.
Kerîm Elî, ku endamê firaksyona Gorranê ye jî, her wiha got, em li dijî wê ne Silêmanî bibe herêmeka xweser. Eger dixwazin dahatê kom bikin bila bi rêka bicîhanîna qanûna çakasiyê vê yekê bikin nek herêmkirina Silêmaniyê.
Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê anî ziman jî, eger herêmkirina Silêmaniyê bi ser bikeve wê çaxê tiştek bi navê Herêma Kurdistanê namîne û pêgeha Silêmaniyê jî dê lawaz bibe.
Basnews