• Tuesday, 02 July 2024
logo

Arnold Schwarzenegger: Trump xirabtirîn serok e di dîroka Amerîkayê de

Gulan Media January 11, 2021 Nûçe
Arnold Schwarzenegger: Trump xirabtirîn serok e di dîroka Amerîkayê de
Aktorê naskirî yê Amerîkayê û hakimê berê yê wilayeta California li ser lîsteya Komariyan Arnold Schwarzenegger rexneyên dijwar li Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin û got: “Trump xirabtirîn serokê Amerîkayê ye di dîrokê de.”

Arnold Schwarzenegger amaje bi wê yekê da ku hewla Trump û teşwîqkirina êrîşa ser Kongresê karekî hevawayê Naziyan e, Trump serkeftin bidest nexistiye û di dîrokê de wek xirabtirîn serok nave wî tê nivîsandin.”

Arnold êrîşa ser Kongresê şiban êrîşa Naziyan li Almanya û Austurya bo ser Cihûyan ku sala 1938an destpê kir û ew destpêk jî li Almanya wek şeva şûşeyên şikestî hat naskirin.

Schwarzenegger got: “Ez li Austuria mezin bûm, baş haya min ji dîroka şeva şûşeyên şikestî heye. Ew şevek bû ku êrîşî Cihûyan hat kirin di 1938an de, ew Nazî bûn ku êrîşî Cihûyan kirin.”

Hakimê berê yê wilayeta Kalîfornyayê (California) bûyera êrişa li ser Kongresê dişibhîne şeva şûşeyên şikestî li Almanyaya serdema Naziyan û Hitler û dibêje: “Roja Çarşembê roja şûşeyên sikestî ya Amerîkayê bû, me şûşeya serbilindiya Kongresê dît, ji wê jî zêdetir wê êrîşê tenê şûşeya Kongresê neşikand, lê êrîşî wê nerînê kirin ku em ragirtine, ne tenê şikandina derî û pencereyan bû, ew şikandina xaneya demokrasiya Amerîkayê bû.”

Arnold, Trump weke kesekî xweperest bi nav dike û tekez dike: “Bi baweriya min divê gelekî hişyar bin ji derencama xweperesetiyê. Serok Trump di wê baweriyê de bû dikare encama hilbijartineke dadperwer biguhere. Wiha fam kiribû ku bi darbeyê xelkê ji ser rê dide alî. Bav û cîranên min bi derew û axaftinên Trump ji rê hatibûn derxistin. Serok Trump serkirdeyekî neserkeftî ye. Ew di dîrokê de wek xirabtirîn serok tê nivîsandin.”

Rudaw
Top