• Tuesday, 02 July 2024
logo

Du Xwepîşander hatine kuştin

Gulan Media January 11, 2021 Nûçe
Du Xwepîşander hatine kuştin
30 Xwepîşander jî hatine girtin.
Di xwepîşandanên bajarê Nasiriyeyê de hatine kuştin.

Komîsyona mafên mirovan ya Îraqê belav kir ku, di xwepîşandanên du rojên derbasbûyî yên li bajarê Nasiriye ya li Başûrê Îraqê de, du Xwepîşander hatine kuştin.

Komîsyonê herwiha diyar kiriye ku di xwepîşandanên han de 43 Xwepîşanderên din jî birîndar bûne.

Komîsyonê diyar kiriye ku hêzên ewlekarî li hember Xwepîşanderan, gaza rondikrêj, guleyên pilastîkî û guleyên rastîn bikar anîne.

Komîsyonê daye zanîn ku herî kêm 30 Xwepîşander jî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine girtin.
Top