Geliya gundê Bazê hate bordiman kirin
![Geliya gundê Bazê hate bordiman kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/bordiman_0.jpg )
Ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hatiye bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Amêdiyê ragihand ku îro yekşem derdorê seat 12 nîv royê, balefirên Tirkiyeyê geliyê Gundê Bazê ya li devera Berwariya Bala bordiman kirine.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku bordiman bi qasî 30 deqîqeyan berdewam bûye lê derbarê zirarên bordimanê de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin.