Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 90 milyon kes derbas kir
![Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 90 milyon kes derbas kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1610347096korona-amerika.jpg )
Zanîngeha Johns Hopkins belav kir, heta niha li cîhanê, 90 mîlyon û 5 hezar û 787 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Ji wê hejmarê 1 milyon 931 hezar û 382 pêketî canê xwe ji dest dane û 49 mîlyon û 885 hezar û 280 baş bûne.
Li gor amarên pêketina bi vê vîrûsê, Amerîka bi cudahiyeke mezin di pêşiya hemû welatên cîhanê de ye ku heta niha zêdetir ji 22.4 milyon kesî bi Koronayê ketine, di pişt re Hindistan bi 10.5 milyonan, Brazîl bi 8.08 milyonan, Rûsya, 3.34 milyonan û Brîtanya bi 3.02 milyon haletan tên.
Herwiha li gor amarên canjidestdana bi Koronayê jî, dîsa Amerîka bi 373 hezar haletên mirinê di serê welatan de ye, di pişt re Brazîl bi 202 hezar haletan, Hindistan bi 151 hezaran, Maksîk bi 133 hezaran û Brîtanya bi 81 hezar haletan tên.
K24