• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Nasiriyê polîsek hat kuştin û 33 polîs birîndar bûne

Gulan Media January 11, 2021 Nûçe
Li Nasiriyê polîsek hat kuştin û 33 polîs birîndar bûne
Di xwepêşandanên li bajarê Nasiriyê navenda parêzgeha Zîqarê ya li başûrê Iraqê de karmendekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û 111 xwepêşander û karmendên hêzên ewlekariyê birîndar bûn

Ev bû dema sê rojan ku alozî di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de li bajarê Nasiriyê navenda parêzgeha Zîqarê berdewam in û heya niha karmendekî hêzên ewlekariyê hatiye kuştin û 111 kes ji xwenîşander û hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.

Şaneya Ewlekarî ya Iraqê duh di daxuyaniyekê de ragihand, di bûyerên duh ên bajarê Nasiriyê de, polîsek hatiye kuştin û 33 polîsên din jî birîndar bûne.

Ji roja Înê ve xwepêşandan û nerazîbûn li meydana Hebûbî ya bajarê Nasiriyê navenda parêzgeha Zîqarê dest pê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekarî û xwepêşanderan de çêdibin.

Xwepêşanderan piraniya rêyên sereke girtine û hêzên ewlekariyê jî hewla vekirina wan rêyan didin.

Xwepêşandanan piştî wê yekê dest pê kirin ku roja sêşema bûrî çalakvanê bi navê Ihsan Hilalî hat girtin, lê duh Yekşemê ew li gel 12 kesên din hatin berdan.

Li gor agahiyan, li bajarê Nasiriyê zêdetir ji 30 çalakvan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê derbarê aloziya ewlehî û çaresernenekirina pirsgirêkên li ser hev kombûyî de hişyarî daye û ragihandiye, eger hikûmet û saziyên ewlehiyê û herwiha xwepêşander rola xwe pêk nehînin, dê alozî zêdetir bibe.

Rudaw
Top