• Tuesday, 02 July 2024
logo

ROJAVA - Berfîna 12 salî birine leşkeriyê û dayika wê daxwaza keça xwe dike

Gulan Media January 11, 2021 Nûçe
ROJAVA - Berfîna 12 salî birine leşkeriyê û dayika wê daxwaza keça xwe dike
Li Rojavayê Kurdistanê hêj jî pirsa zarokên ku ji bo leşkeriyê hatine birin çareser nebûye û gelek malbat li benda vegera zarokên xwe ne. Dayikeke Kurd bi navê Mahîn Ehmed ku keça wê ya 12 salî ji bo leşkeriyê hatiye birin, bi girî ji Rûdawê re dibêje, hêviya wê ew e ku keça wê ya biçûk jê re vegerînin.

Berfîn El Umerî ya 12 salî ku ji daiykbûya sala 2008 li bajarê Amûdê ye, di 17 meha Mijdara sala 2020 de ji mal derdikeve û li navendeke çekdarî dibe endam, mercê tevlîbûna wê navendê, qutbûn ji malbatê ye.

Mahîn Ehmed, diya Berfînê ji Rûdawê re dibêje: “Demjimêr yekê nîvro ji mal derket, telefonek jê re hat, telefona xwe bi xwe re bir û derket, tiştekî din nebir, piştî 2 rojan em çûne navenda ciwanan, gotin ne li cem me ye, piştî wê dîsan bi 2 rojan em çûn Hesekê gotin ne li cem me ye, lê careke din gotin li cem me ye û çûye perwerdeyê û telefona wê dan bavê wê.”

Mahîn Ehmed, mobayla keça xwe piştî 20 rojan ji revandina wê, ji navendeke ciwanan ji Hesekê werdigre, li heman bajarî Ofîsa Parastina Zarokan heye ku weke pêngavekê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve ji bo rêgirtina li ber çekdarkirina zarokan hatiye damezrandin, malbata berfîn li wir gilî dikin.

Ji 86 kêysên birin û çekdarkirina zarokan ku di sala 2020an de li Ofîsa Parastina Zarokan hatine tomarkirin, 12 zarok bi rêya wê ofîsê ji bo malbatên wan hatine vegerandin. Rayedarên wê ofîsê dibêjin, ew hewl didin zarokên din jî vegerînin nav malbatên wan.

Malbatên wan zarokan bang li aliyên pêwendîdar ên Rojavayê Kurdistanê dikin, zarokên wan vegerînin.

Xalid Cebir, Hevserokê Ofîsa Parastina Zarokan ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku em giliyên wan (malbatan) werdigrin, rasterê em radestî hikûmeta Bakûr Rojhilatê Sûriyê dikin, ew li ser kar dikin bi HSDê re, eger tevlî wan bûbe, rastrê ew tînên Ofîsa Zarokan û piştre radestî malbatê tê kirin, carna jî ji ber serederiya malbatê bi zarokan re jî, zarok direvin.”

Rêgirtin li ber çekdarkirina zarokan, hişiyarkirina malbatê li ser çawaniya serederîkirin bi zarokan re û qedexekirina karên giran li ser zarokan, projeyên bê yên parastina zarokan li Rojavayê Kurdistanê ne.

Rudaw
Top