• Tuesday, 02 July 2024
logo

Parlamenterekî YNKê: Di vê rewşa heyî de helbijartin li navçeyên Kurdistanî dê bibe ziyan bo kurdan

Gulan Media January 10, 2021 Nûçe
Parlamenterekî YNKê: Di vê rewşa heyî de helbijartin li navçeyên Kurdistanî dê bibe ziyan bo kurdan
Endamekî fraksiyona YNKê li parlamentoya Kurdistanê ragehand ku bo helbijartina pêş a parlamentoya Iraqê rewş li navçeyên Kurdistanî gelek xirabe û pêkanîna helbijartinan li wan navçeyên Kurdistanê dê ziyanê bigehîne kurdan.

Îro 10.01.2021ê endamê fraksiyona YNKê û biryarderê lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Nasir Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare meha Hezîranê de helbijartinên parlamentoya Iraqê pêkbên û helbijartin li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bê kirin dê rewş ji berê jî xirabtir lê bê bo kurdan. Lê tenê yek hêvî heye ew jî eger hemû partiyên Kurdistanî yekgirtî bin û ne belav bin dê bo kurdan baştir be. Lê eger bi belavbûyî beşdarî helbijartinê bikin kurd dê kursiyên berê winda bikin.’’

Herwaha diyar kir pirsgirêkek din jî ew e ku piştî 16ê cotmeha 2017ê ve gelek kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ve koçberî herêma Kurdistanê bûne û heta rewşa wan sînoran neyê asayî kirin ew xelke jî navegere.

Navborî got, pêwîstbû helbijartin wê demê hatiba kirin li navçeyên Kurdistanî ku rewş hatiba asayî kirin. Ji ber zehmete koçber li roja helbijartinê bo dengdanê vegerin cîhên xwe. Eger nav herêma Kurdistanê sandoqa dengdanê bo wan bê danîn dibe û rewş wah bo kurdan li navçeyên Kerkûk û Xurmatû û Xaneqîn û Mexmûr û cîhên din gelek xirab dibe.

Nasir Ehmed got: ‘’Ji ber vê rewşê jî bo helbijartina pêş, kurd eger li navçeyên Kurdistanî yekgirtî bin û bo hemû aliyekî teqez bikin ku kurd piraniye, divê ji bo wê armancê jî kurdayetî bê kirin ne ku partîcîtî.’’

Basnews
Top